Lîstikvanên Şanoya Gel a Stenbolê li Wanê lîstika "Bezirgan" lîstin.
Lîstikvanên Şanoya Gel a Stenbolê li Wanê lîstika "Bezirgan" lîstin.
Şano li dika Şanoya Dewletê ya Wanê hat lîstin û di lîstikê da Cem Davran, Erkan Can, Bahtiyar Engîn, Faruk Akgoren, Selîn Yenîncî rol hildan.
Derhêneriya şanoya ku Irmak Bahçeciyê nivîsîbû Yildiray Şahînler kir. Kêm zêde 500 kesî li salonê lîstik temaşa kir.
Di lîstikê da li ser mijarên dîn û baweriyê nÎqaş tên kirin û car caran mijarên ku merivan didin kenandin jî nîşanî temaşavanan dan.
Di dawiya şanoyê da temaşavan rabûn pê li çepikan xistin.
Di lîstikê da Cem Davran di rola "Zikret" da Erkan Can di rola "Valida" da, Bahtiyar Engîn di rola "Delile" da, Selîn Yenîncî di rola "Elmire"yê da, Faruk Akgoren di rola "Senad" da, Aytek Onal di rola "Mirsad" da, Sîmge Defne di rola "Meryem"ê da dilîzin.
AA