Rêxistina Rizgarîxwaz a Filistînê ragihand ku heta Amerîka ji biryara xwe ya derbarê Qudsê vegere, danûstanên aştiyê yên Filistîn-Îsraîlê radiwestînin.
Rêxistina Rizgarîxwaz a Filistînê ragihand ku heta Amerîka ji biryara xwe ya derbarê Qudsê vegere, danûstanên aştiyê yên Filistîn-Îsraîlê radiwestînin.
Sekreterê Giştiyê Rêxistina Rizgarîxwaz a Filistînê Saîb Ureyqat di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê medyaya civakî de got, "Çi Filistîniyek be heger bi aliyê Amerîkayê re derbarê pêvajoya aştiyê hevdîtinê bike, tê wateya ku biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ya derbarê Qudsê de qebûl dike. Ji ber vê heta Amerîka ji biryara xwe ya derbarê Qudsê venegere, dê danûstanên aştiyê yên Filistîn-Îsraîlê çênebin."
Ureyqat berî niha jî derbarê biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ya Qudsê de gotibû, "Amerîkayê bi vê biryarî dawî li erka xwe ya di pêvajoya aştiyê de anî."
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê pêr êvarê di civîna çapemeniyê da li berevajiyê biryara Konseya Ewlekariyê ya Netweyên Yekbûyî ya bi hejmara 478an a ku bi destê Îsraîlê wek paytext îlankirina Qudsê red dike got, "Êdî dema wê hat ku em Qudsê wekî paytextê Îsraîlê nas bikin".
Îsraîlê di sala 1980yî da Qudsa Rojhilat a ku dagir kiribû wek paytext îlan kiribû. Konseya Ewlekariyê ya Netweyên Yekbûyî li ser vê biryara bi hejmara 478an dabû.
Herwiha Trump diyar kiribû ku bi mebesta guhastina balyozxaneya li Tel Avîvê bo Qudsê talîmat daye Wezareta Karê Derva ji bo dest bi amadehiyan bikin.
AA