Di hevpeymana ji bo hilbijartina giştî û herêmî da ligel 6 partiyên siyasî yên Tirkmenên Iraqê, namzedên Tirkmen ên girêdayî Rêxistina Bedrê û hin namzedên din ên serbixwe hene.
Tirkmenên Iraqê biryar wergirtin ku di bin sîwana hevpeymana "Eniya Tirkmenên Iraqê" hevkariyê bikin û beşdarî hilbjartina giştî û ya herêmî ku wê di meha gulanê da bi rê va biçe, bibin.
Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê (ETI) Erşed Salihî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da wiha got, "ETI, Partiya Tevgera Tirkmenên Neteweperwer, Partiya Wargeha Tirkmenan, Partiya Biryarê ya Tirkmenan, Partiya Tevgera Îslamî ya Tirkmenan û Partiya Îslamî ya Tirkmenên Iraqê beşdarî hevpeymanê dibin."
Salihî diyar kir ku ligel partiyên destnîşankirî wê namzedên Tirkmen ên girêdayî Rêxistina Bedrê û hin namzedên din ên serbixwe jî tevlî hevpeymanê bibin.
Lijneya Wezîran a Iraqê biryar wergirtibû ku hilbijartinên giştî û herêmî di 12 gulanê da bên kirin.
AA