Torontoyê îdia kir ku Amerîka bi hildana baca antî-dampîngê va rêgezên bazirganiyê binpê dike.
Kanadayê bi hinceta hildana baca antî-dampîngê ku rêgezên bazirganiyê binpê dike li Rêxistina Bazirganiyê ya Dinyayê (RBD) ji Amerîkayê gilîdar bû.
Di dosyaya gilîkirinê ya Kanadayê ji RBDê ra şand da hat îdiakirin ku Amerîkayê hildana baca antî-dampîngê 200 carî sepand, rê û rêgezên bazirganiya navneteweyî binpê kir.
Di heman dosyayê da ji ber miemeleyên kontrolkirinên îxracatê ya Amerîkayê û sepandina baca gumrukê ya ku wext di ser derbas bûne da jî ji Amerîkayê gilî hat kirin.
Nûnerê Bazirganiyê yê Amerîkayê Robert Lîghtîzer bersiva gilîkirinê da û got ku ew îdia rast nînin û Kanada bi vê yekê zirarê dide welatiyên xwe.AA