Li Çînê 381 xwendekarên ku ji ber ava vexwarinê ya pîs bi jehrê ketin li nexweşxaneyan tên dermankirin.
Li Çînê 381 xwendekarên ku ji ber ava vexwarinê ya pîs bi jehrê ketin li nexweşxaneyan tên dermankirin.
Li gor xebera Şînhuaya ajansa nûçeyan, li Fûyuya bajaroka Cîlîna eyaleta li bakurê rojhilatê welêt di ava vexwarinê ya xwendingeheke taybet da bakterî derketin û xwendekar ji ber vê aciz bûn.
Xwendekarên ku vereşiyan, îshalî bûn û agirê wan zêde bû rakirin nexweşxaneyan. Piştî dermankirinê 125 xwendekar şandin malên wan.
Di testan da eşkere bû ku di ava xwendingehê da bakteriyên bizarar zehf zêde hene.
Hemû lûlikên ava xwendingeha ku lê ji 10 hezarî zêdetir xwendekar dixwînin hatin girtin.
Rayedarên herêmî der barê ava pîs da lêpirsîn da destpêkirin.
AA