Li Hewlêrê welatiyê Kurd derketin qadan daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Îbadî kirin ku doza lêborînê ji Pêşmerge bike.
Welatiyên Kurd li Hewlêrê derketin qadan û Serokwezîrê Iraqê Heyder El ÎbadÎ ji ber helwesta wî ya li dijî Pêşmerge protesto kirin.
Welatiyên ku li ber Zanîngeha Selaheddînê kom bûn û nerazîbûna xwe li dijî Îbadî nîşan dan.
Xwepêşdandêran bo peyamnêrê AAyê diyar kirin ku Îbadî di peyama serkeftina dijî DEAŞê de sipasiya Pêşmerge nekiriye û rola Pêşmerge tune hesibandiye.
Welatiyan bi dirûşm û dovîzan nerazîbûna xwe ya li dijî Îbadî diyar kir.
AA