Wezîrê Karên Derva yê Îranê Zerîf: "Peymana nukleerê wê tu şert û mercan de cardin neyê mizakerekirin."
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf li ser hesabê xwe yê Twîtterê biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump nirxand û wiha got: "Peymana nukleerê ji bo mizakereyê vekirî nîne".
Zerîf siyaseta Trump a peymana nukleerê nirxand û bang kir ku Amerîka jî wek gelek muxatabên din divê girêdayî şertên peymanê bin.
Wezareta Karên Derva yê Îranê daxuyand ku peymana nukleerê wê tu şert û mercan de cardin neyê mizakerekirin û wiha hat gotin: "Îran ne niha û ne jî di dahatûyê de di lihevkirinê de wê tu guherînê qebûl neke."
Ji bilî vê Îranê bertek nîşanî biryara Amerîkayê ya şirket û saziyên ku wê mueyîde li hemberî wan bên kirin da.
Di lîsteyê de Sadiq Amolî Larîcaniyê ku Serokê Erka Darazê ya Îranê ye jî heye.
AA