Li Arabana navçeya Gazîantebê behîvterê salê derketin û kîloya wan bi 8 lireyî tê firotin.
Li Arabana navçeya Gazîantebê behîvterê salê derketin û kîloya wan bi 8 lireyî tê firotin.
Li navçeya Arabanê darên behîvteran di nav darên fistiqên Antebê da ne û behîvter derketin ser dezgehan jî.
Serokê Odeya Ziraetê yê Navçeyê Mehmet Dogan li hilberînerên Deşta Arabanê ziyaret kir û li zeviyan geriya. Dogan got ku li deştê herî zû behîvter digihêjin.
Mixtarê taxa Gumuşpinarê û cotkar Îbrahîm Ozkan jî diyar kir, dawiya adarê serê nîsanê baran barî û pişt ra hewa germ bû behîvan jî bi daran va girt.
Ozkan diyar kir, cotkarên herêmê dest pê kirin û behîvterên salê yên ewil firotin manavan.
Manav Mustafa Yildiz jî got ku ew kîloya behîvteran bi 8 lireyî difroşin.
AA