Qaymeqamtiyê alîkariya remezanê da 700 malbatên feqîr.
Li Panosa navçeya Agiriyê ji bo 700 malbatên feqîr alîkariya remezanê hat kirin.
Weqfa Alîkariya Sosyal û Piştevaniyê ya Qaymeqamtiyê li navenda navçeyê û gundan malbatên feqîr tesbît kirin.
Wezîfedaran lîsteya malbatên feqîr çêkirin û ji bo wan paketên alîkariyê yên xidayê amade kirin.
Wezîfedaran ev pakêt li 700 malbatan bela kir. Ji van 100 malbat sûriyeyî ne.
Qaymeqamê Panosê Engîn Yalçin daxuyanî da û got ku wan ji bo piştgriya malbatên feqîr ev alîkarî da.
Midûrê Weqfê Hacer Ozkiliçê jî got ku wan li gor telîmatê wan xebateke cidî kir û li malbatan pakêta xidayê bela kir.
AA