Ezmûna Kifşkirina Asta Zimanê Biyanî ya heyama biharê wê sibê bê kirin û kesên ku bikevin ezmûna di saet 10.00î da dest pê dike divê beriya destpêkê li wir bin, lewra piştî saet 09.45an êdî kesî hilnedin cihê ezmûnê.
Ezmûna Kifşkirina Asta Zimanê Biyanî (YDS) ya heyama biharê wê sibê bê kirin û kesên ku bikevin ezmûna di saet 10.00î da dest pê dike divê beriya destpêkê li wir bin, lewra piştî saet 09.45an wê tu kesî hilnedin cihê ezmûnê.
Ezmûna ji hêla OSYMyê va tê kirin sibê wê di saet 10.00î da dest pê bike. Ji ezmûnê ra heta 15 deqîqe bimîne wê hemû endaman bistînin cihê lê dikevin ezmûnê. Endamên piştî saet 09.45an bên wê hilnedin hundir.
Ezmûn ji bo zimanên almanî, erebî, çînî, danîmarkayî (zimanê danîshî), ermenîkî, farisî, fransî, gurciyî, hollandayî (zimanê dutchî), ingilîzî, spanyolî, îtalyanî, japonî, koreyî, lehî, macarî, portekîzî, rûmenî, rûsî, sirbî, ukraynîyî û yûnanî wê bê kirin.
Ji bo endaman 180 deqîqe wê wext bê dayîn.AA