"Em cihên ku PKKyê xera kirine ji nû ve ava dikin. Înşellah heta salekê sal û nîvekê dê bibin cihên pir cuda. Piştî avadankirinê welatiyên me, birayên min ên kurd dê vegerin cihên xwe. Dê di nav aramî û bexteweriyê de jiyana xwe bidomîne."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, der barê cihên xerabûyî yên di şerê terorê de got: "Em cihên ku PKKyê xera kirine ji nû ve ava dikin. Înşellah heta salekê sal û nîvekê dê bibin cihên pir cuda. Piştî avadankirinê welatiyên me, birayên min ên kurd dê vegerin cihên xwe. Dê di nav aramî û bexteweriyê de jiyana xwe bidomîne."
Serokomar Erdogan beşdarî Televizyona A Newsê bû û der barê rojevê de cewaba pirsan de, nirxandin kirin.
Li ser hilbijêrên kurd ên li Başûrê Rojhilat Erdogan diyar kir ku ew vedigerin eslê xwe û dema ku nû ketiye siyasetê li bajarên Başûrê Rojhilat geriyaye û xelkê wê deverê dîndar û saxlem e.
Erdogan wiha axivî: "Lê mixabin xelkê me yê li vê herêmê bi çek û amûrên din tirsandin, ew kişandin mecrayên din û ew mecbûr kirin ku dengê xwe bidine wan. Wext hat kuştin, qewirandin. Nikarim bajar bajar bibêjim lê li Başûrê Rojhilat rewşa demografîk pir xera kirin."
Der barê têkoşîna li dijî terorê jî Erdogan wiha agahî dan:
"Di vê sala dawiyê de li Başûrê Rojhilat li hemberî terorê mucadeleyeke operasyonel a ciddî dest pê kiriye. Di 20 mehan de nêzîkî 11 hezar terorîst hatine kuştin. Di nav çend rojan de li Robarê Bestlerê 26 terorîst hatin kuştin."
Erdogan wiha pê de çû:
"Em di vê mijarê de bibiryar in. Lewra kî aramiya vî milletî xera bike, bi tu awayî dilê me pê naşewite. Lewra çi dibe bila bibe dê milletê min di axa nîştiman de ku 780 kîlometre çargoşe ye di nav aramiyê de bijî."
Behsa avadankirina bajarên Başûrê Rojhilat jî kir û wiha dewam kir:
"Em cihên ku PKKyê xera kirine ji nû ve ava dikin. Înşellah heta salekê sal û nîvekê dê bibin cihên pir cuda. Piştî avadankirinê welatiyên me, birayên min ên kurd dê vegerin cihên xwe. Dê di nav aramî û bexteweriyê de jiyana xwe bidomîne."
Zêdebûna dengan jî Erdogan wiha şirove kir:
"Dewleta me her demê li cem xelkê me yê Başûrê Rojhilat e. Ji ber ku xelkê me jî ev dît dengê erê pir zêde bû. Înşellah ev dê dewam bike. Bi taybetî hilbijartina Adara 2019an û ya Çiriya Paşîn a 2019an pir giring in. Dê xizmeteke baş bibînin."AA