"Qasî ku ez pê zanim li Kizilayê jî ji 20 milyonî zêdetir alîkarî kom bû. Me wekî welêt diyar kir ku em dixwazin kampek ku lê 100 hezar kes karibin bimînin were avakirin. Ji ber vê yekê alîkarî lazim e"
Serokê Rêvebiriya Afad û Rewşa Acil (AFAD) Mehmet Gulluoglu diyar kir ku ji bo Arakanê, di çarçoveya kampanyaya alîkariyê ya "Ji Çavên Arakanê Xwîn Dirije, Tirkiye Destê Alîkariyê Dirêj Dike" de ji 60 milyon lireyî zêdetir alîkarî hat komkirin û wiha axivî: "Qasî ku ez pê zanim li Kizilayê jî ji 20 milyonî zêdetir alîkarî kom bû. Me wekî welêt diyar kir ku em dixwazin kampek ku lê 100 hezar kes karibin bimînin were avakirin. Ji ber vê yekê alîkarî lazim e."
Gulluoglu ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku krîza Arakanê di sala 1980yan de piştî misilmanên arakanî ji welatîbûnê hatin derxistin û sirgûnê derveyî welêt hatin kirin dest pê kir.
Gulluoglu destnîşan kir ku di 25ê tebaxa sala 2017an de bi serokatiya Sekreterê Giştî yê berê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Kofî Annan rapora Arakanê hat belavkirin, piştî raporê êrişan dest pê kir û derdora 600 hezarî de misilmanên arakanî koçî Bangladejê kir. Gulluoglu got ku ev koç sirgûnek bû.
Gulluoglu got ku ji bo rewşa herêmê bibîne du caran çûye Bangladeşê û wiha dewam kir:
"Min gelek kamp dîtin. Li Filistînê, li Kenyayê, li Sûriyeyê, li Urdunê min kamp dîtin. Bi rastî kampên herî xirab ên li Bangladeşê bûn. Kampên NY hene; lê li van kampan sê-çar qat zêdetirê wê însan hene. Li Bangladeşê pêdivî bi alîkariya însanî heye."
AA