Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Kurtulmuş: "Ez dizwazim bêjim ku ji Tirkiyê bêtir Yekîtiya Ewropayê dê zirardide be, Yekîtiya Ewropayê di vê çarçoveyê da dê ji Tirkiyê bêtir di bandorê da bimîne."
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Kurtulmuş: "Em naxwazin ku peywendiyên me ber bi xirabiyê biçin, lêbelê ez dizwazim bêjim ku ji Tirkiyê bêtir Yekîtiya Ewropayê dê zirardîde be, Yekîtiya Ewropayê di vê çarçoveyê da dê ji Tirkiyê bêtir di bandorê da bimîne."
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê: "(Êrîşa asîmanî ya dijî leşkerên tirk ên ku Operasyona Mertalê Feratê dimeşînin) Rûsyayê bi şexsê brêz Pûtîn piştrast kiriye ku wesayîtên asîmanî yên ku ev êrîş pêk anîn, ne yên Rûsyayê ne. Qeyda wesayîta ku êrîş kir, ya firoke an jî dronê û qeyda tespîta vê û ya hemû livînên li herêmê berdest in. Piştrastkirina der heqê van da ku hat kirin, gavên hewce dê bên avêtin."
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Kurtulmuş: "Di civîna serokan da berevajiyê vê biryarê heke der heqê Tirkiyê da helwestên erênî hebûna, ev ê ji bo şêweya maqûl ya siyaseta Ewropayê jî giring bana."
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê: " Eşkereye ku siyaseta tund a rastgir, Tirkiye, penaber û polîtîkayên dijî Îslamê li ser Pralementoya Ewropayê bi tesîr bûne. Ji ber vê jî ev biryar divê ewilî ji hêla siyasetmedarên Ewropayî va baş bê fehmkirin û ev yek ji bo siyaseta Ewropayê xebera rojên nexweş e"
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Kurtulmuş ji bo xebatên Makezagona Nû got: "Em hêvî dikin, asta em hatinê jî balê dikşîne ser heman xalê, di parlementoyê da em ji 330'yî derbas bibin û rewş jî niha wê yekê nîşan dide.
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Kurtulmuş: "MHP li ser pakêta guhertina makezagonê ya ku AK Partiyê jê ra şand dixebite. Di demeke kurt da wê bi awayekî fermî jî bersîva xwe bidin. Di dawiyê da jî heke pirsgirêkek hebe û piştî çareserkirina pirsgirêkan, wê serok gotina dawîn bêjin û biryarê bidin ku ev mijarê kengê biçe parlementoyê. Em hêvî dikin ku encam di demeke kurt da eşkere bibe."
AA