Di çarçoveya Operasyona Şaxa Zeytûnê da gund û bajarok ji terorîstan hatin paqijkirin, sivîlên ku êş û jan kişandin ji ber ku ew ê vegerin malên xwe kelecanî dibin.
Di çarçoveya Operasyona Şaxa Zeytûnê ya ku Artêşa Tirkiyeyê li Efrîna navçeya Heleba bajarê Sûriyeyê dike da gund û bajarok ji terorîstan hatin paqijkirin. Sivîlên ku êş û jan kişandin ji ber ku ew ê vegerin malên xwe kelecanî dibin.
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê piştî ku ewlehiya gund û bajarokên ku hatin xilaskirin pêk tînin alîkariyê didin sivîlan ku vegerin malên xwe.
Gelê mexdûrê şer ê ku amûrên xwe li wesayîtan bar kirin û kelecaniya vegera malê dijîn bawer dikin ku pêvajoya piştî vê ew ê ji berê baştir be.
Kurd û Erebên ji Sûriyeyê yên ku dixwzin tirs û jana xwe ya ji ber zilma terorê kişandin ji bîr bikin û vegerin jiyana xwe ya normal ji Tirkiyeya ku erdên wan xilas kir û alîkariya vegerînê dide wan ra sipas dikin.
Li Şêrana ku ji YPG/PKKyê hat paqijkirin meriv hêdî hêdî vedigerin malên xwe.
Azad Ehmedê Kurd ê ku merûzî zilma rêxistina terorê mabû jî hewl dide ku bi malbata xwe ra vegere mala xwe.
Ehmed daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji ber ku herêm ji dagiriya terorîstan hat xilaskirin zehf şa bûn.
Azad Ehmed got ku endamên YPG/PKKya rêxistina terorê miemeleyeke nebaş li wan kir, hewl da ku jin û mêr her kesî çekdar bike, ji ber ku li dijî vê derket jî hat cezakirin.
- "Dizanin ku Tirkiye li sivîlan naxe"
Ehmed wiha axivî: "Nika li Efrînê eqrebeyên me hene, dixwazin ji wê derê derkevin lêbelê terorîst destûrê nadin. Guleyan di ser wan da dibarînin. Ji bo gel ji bajêr dernekeve dorpêç kirine. Lewra dizanin ku Tirkiye li sivîlan naxe. Di saya vê da dixebitin ku xwe xilas bikin. Li wê derê jin, zarok hene ji ber vê jî teyare nikarin li wê derê bixin. Hêviya me jî ew e ku eqrebeyên me ji wê derê werin."
Meleknaz Mûsaliya Kurd jî got ji ber ku vedigerin mala xwe zehf kelecanî ne, ji Xwedê ra şikur dike ku nika di nav hizûrê da dijî.
AA