Li İstanbulê 2 kesên din ên ku dihatin tedawîkirin jiyana xwe ji dest dan.
Sabrî Özdemirê ku di Nexweşxaneya Perwerdeyî û Lêkolînê ya Stenbolê de bi gumana şewba berazan tedawî dibû jiyana xwe ji dest dabû.
Di heman nexweşxaneyê de bi gumana şewba berazan, 2 kesên din jî digel hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest dan.
Ji aliyê din li Bakirköyê 3 kesan ji ber tagirtinê serî li Nexweşxaneya Lêkolin û Perwerdeyê ya Dr. Sadî Konuk dan.
Nexweş, bi gumana şewba berazan ku wek H1N1 jî tê zanîn tên tedawîkirin.
Digel tedawiya nexweşan beşa ku ew tê de ne jî xistin bin qarantînayê.
li nexweşxaneyê wek tevdîr jî li nexweşan maskeyên parastinê hatin belavkirin.