Alîkara Serokê TAHUDê Doç. Dr. Toprakê got: "Li gor daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê her sal 6 milyon kes ji ber cixareyê dimrin, heke tevdîr neyên dîtin di sala 2030an de wê ji 8 milyonî zêdetir kes ji ber cixareyê bimrin."
Alîkara Serokê Komeleya Pisporiyê ya Hekîmên Malbatê ya Tirkiyeyê (TAHUD) Doç. Dr. Dîlek Toprakê daxuyand ku li gor daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) her sal 6 milyon kes ji ber cixareyê dimrin û wiha got: "Heke tevdîr neyên dîtin, di sala 2030an de ji 8 milyonî zêdetir kes wê ji ber cixareyê bimrin."
Toprakê ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku cixare tesîrê li ser hemû ezayên bedenê dike, lewra madeyên dibin sedema pençeşêra çerm, mîde, bistan û gelek ezayan din, tê de hene.
Toprakê got ku herçiqas navê cixareyê tenê bê gotin jî nargîle, puro û pîpo jî heman tişt e û wiha dewam kir: "Ji ber tûtin û madeyên tûtinê çerm diqurçime, rengê çerm diguhere, mirov zû kal û pîr dibe, bêhn ji dev tê, di bêhstendinê de acizî tê kişandin, alerjî çêdibe, goştê diranan xirab dibin. Gelek nexweşiyên din ji ber cixareyê çêdibin."
Toprakê da bibîrxistin ku çi li malê çi jî li kar cixarekişandin, rîska nexweşiya koroner arterê qedera ji sedî 20-50, rîska krîza dil jî qedera ji sedî 30 zêde dike û wiha axivî:
"Cixare, li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê her sal dibe sedema mirina 6 milyon însanî. Heger tevdîrên hewce neyên standin, tê pêşbînîkirin ku di 2030î da zêdetirî 8 milyon însan dê ji ber cixareyê bimire. Ji sedî 30ê nifûsê Tirkiyeyê cixareyê dikişîne. Li welatê me her sal ji ber sedemên girêdayî cixareyê 100 hezar kes dimire. Li dinyayê jî ev raqam 6 milyon e. Ji vê 5 milyon însan dîrekt ji ber emilandina titûn û mamûlên titûnê dimirin, 600 hezar kes jî digel ku cixareyê nakişînin jî lê ji ber dûmana wê dimirin."
AA