Serokwezîr Yildirim: (Pergala Hikûmeta Serokomariyê) Heger em li mukemelê bigeriyana me yê qenc nedîtaya. Mukemel dijminê qencê ye.
Serokwezîr Bînalî Yildirim der heqê li Behra Egeyê hewldana li ser latekê çikandina alaya Yûnanistanê da wiha got, "Pêşniyaza me ya seba Yûnanistanê ew e ku di çarçoveya peywendiyên cîrantiyê da ji provokasyon û navtêdanên ku wê rageşiyê gur bike, dûr bisekine û li gorî hiqûqa cîrantiyê tevbigere. Bi taybetî em dixwazin herkes baş bizanibe ku em dest ji mafên serweriya welatê xwe bernadin."
Serokwezîr Yildirim li panela "Pergala Hikûmeta Serokomariyê Salek Piştî Referandumê" ku li Avahiya Rektoriya Zanîngeha Marmarayê hat lidarxistin, axaftinek kir.
Yilldirim di axaftina xwe da der heqê Pergala Hikûmeta Serokomariyê da wiha axivî, "Heger em li mukemelê bigeriyana me yê qenc nedîtaya. Mukemel dijminê qencê ye. Em wer difikirin ku me ya qenc dît û me got temam e. Me ev anî. Heger siberoj pirsgirêk derkevin, egîd û mêrxas wê li çareyê mêze bikin. Me gavek avêt. Edetê 94 salî û awayê rêveberiya ku miletê me ji ber derbe, wesayet û midaxaleyan êdî jê kerixî ye, em diguherînin."
Yildirim piştî axaftina xwe ya li panêlê bersiv da pirsên rojnamegeran.
Yildirim destnîşan kir ku ew beşdarî vebûna panela ku li Zanîngeha Marmarayê bi hevkariya Serokatiya Komîsyona Edaletê ya TBMMyê bi wesîleya yekemîn salvegera pejirandina dengdayîna gel a pergala hikûmeta Serokomariyê va hat lidarxistin, bû.
Ji bo pirsa rojnamegerekî ya "Vê axiriyê rayedarên Yûnanistanî daxuyaniyên ku rageşiyê gur dikin, didin. Duh êvarê jî hin ciwanên Yûnan hewl dan ku alaya Yûnanistanê li giraveke li Egeyê biçikînin. Hûn geşedanan çawa dinirxînin?" Yildirim diyar kir ku car caran hin fealiyetên welatê cîran Yûnanistanê yên ku rageşî û navtêdanê gur dikin, çêdibin.
Yildirim bal kişand ku vê axiriyê binpêkirinên bi vî rengî zêde bûne û wiha dewam kir, "Li peravê Dîdîmê li ser lateke ku şênî lê tunene, hewldana çikandina alaya Yûnanistanê hat kirin. Li ser vê ekîbên me yên ewlekariya qeraxan midaxaleya pêwîst kirin û ji wê derê ew ala rakirin. Pêşniyaza me ya seba Yûnanistanê ew e ku di çarçoveya peywendiyên cîrantiyê da ji provokasyon û navtêdanên ku wê rageşiyê gur bike, dûr bisekine û li gorî hiqûqa cîrantiyê tevbigere. Bi taybetî em dixwazin herkes baş bizanibe ku em dest ji mafên serweriya welatê xwe bernadin." AA