Li Midyata navçeya Mêrdînê du kamyonet li hevdu qelibîn, di qezayê de 4 kes mirin, 13 kes birîndar bûn
Li Midyata navçeya Mêrdînê du kamyonet li hevdu qelibîn, di qezayê de 4 kes mirin, 13 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat sitandin li Taxa Kayalipinara ser navçeyê du kamyonetên ku ji heman aliyî ve dihatin ên bi plakaya 47 LH 586 û 35 HB 3927 ku hê nasnameya ajokarê wan nehatiye tespîtkirin li hevdu qelibîn.
Di qezayê de 4 kes mirin, 13 kes birîndar bûn.
Ekîbên 112 Servîsa Acîl birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyatê.
Qaymeqam Huseyîn Tekîn, birîndar ziyaret kirin.
AA