Welatiyan di mitînga li Milazgirta navçeya Mûşê hat lidarxistin de lanet li terorê anî
Welatiyan di mitînga li Milazgira navçeya Mûşê hat lidarxistin de lanet li terorê anî.
Herçiqas hewa sar be jî welatî li Meydana Komarê ya li ber Qaymeqamiya Milazgirê civiyan. Welatî bi pankartên li ser dirûşmên wekî "PKK qehr bibe", "Şehîd namirin welêt ji hev du perçe nabe" û "destên ku li polêsan radibin bişikên" meşiyan û dirûşm berz kirin.
Di mitîngê de êrîşên terorê yên dijî hêzên ewlekarî û sivîlan hatin protestokirin û ji bo hêzên ewlekariyê yên şehîd ketin Qur'ana Pîroz hat xwendin.
-"Rêxistina terorê ji bilî zirarê tiştekî nade"
Qaymeqam Soner Kirliyê ku li vir xîtabî welatiyan kir got ku gelê herêmê yê bi rihê Serketina Milazgirê (1071) tevdigere êdî bûyerên terorê naxwaze.
Kirli wiha dewam kir: "Rêxistinên terorê bi evan êrîşan bi nanê hemî gelê herêmê dilîze. Tu feydeyeke wan nîne, bereksê wê zirarê didin welêt, zirarê didin herêmê. Êdî haya welatiyên me jî jê heye. Bi îzna Xwedê êdî tu kes wê rê nede rêxistina terorê."
AA