Li herêmê ji ber sermayê li Erzirom, Qers, Agirî û Erdexanê germahiya hewayê berjêrî binê sifirê bû
Li herêma rojhilatê Anadoluyê ji ber sermayê li 4 parêzgehan pileya germahiya hewayê berjêrî binê sifirê bû.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li tevahiya herêmê tê pêşbînîkirin ku hewa wê nîvsayî be û car caran jî wê bibûsî be.
Tê texmînkirin ku li herêmê germahiya hewayê wê ji ser pileyên asayî yên demsalê ra be û herwiha wê ji hêla başûr û rojavayê başûr jî bayekî nerm rabe û car caran jî ev ba wê nîvqewî be.
Di çend rojên dawiyê da li herêmê bi taybetî jî bişev pileya germê berjêr dibe û li gorî vê, li Erzirom û Agiriyê di binê sifirê da 2, li Qersê di binê sifirê da 3, li Erdexanê jî di binê sifirê da 4 pile hat pîvan. Dîsa bişev germahiya hewayê li Îdirê jî 3, li Erzinganê sifir, li Tunceliyê pileyek hat pîvan.
Tê texmînkirin ku germahiya nava rojê wê li Tunceliyê 17, li Erzingan û Îdirê 5, li Agirî, Qers û Erziromê 11, li Erdexanê jî 10 pile be.
- Camên xanî û wesayîtan qerisîn
Li Qersê ji ber sermayê li navçeya Sariqamûşê camên xanî û wesayîtan qerisîn û qiravî ket erdê.
AA