Li Îdliba bakurê Sûriyeyê ji bo mexdurên êrîşên bibombe yên Hemayê diqewimin Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê hezar kon vedan.
Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê (TDV) li Îdliba bakurê Sûriyeyê ji bo mexdurên êrîşên bibombe yên Hemayê hezar kon vedan.
Li gor daxuyaniya ku ji Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê hat dayîn, weqfê ji destpêka şerê Sûriyeyê yê navxweyî heta niha her dem arîkariya malbatên ku ji Hemayê revîne kiriye.
Di vê çarçoveyê de li herêma Babiska, El Hesen, Derkuş û Xahaya bajarê Îdlibê hezar kon hatin vedan.
Weqfa Diyanetê heta niha arîkariya bi sedan kesên ji Hema û Îdlibê kiriye.