Hat ragihandin ku piştî Saziya Ragihandin û Teknolojiya Agahiyan (BTK) bi biryara dadgehê va "periscope.tv" û @periscopeco ya hesabê twîtterê qedexe kir, Twîtterê li Tirkiyeyê navê bernameyê wek "Scope" guherand.

Di daxuyaniya BTKê ya li ser mijarê da hat diyarkirin, ji ber ku heqê markayê tê îxlalkirin Dadgeha Hiqûq û Mafên Sinayî û Fikrî ya 2yan a Stenbolê biryar da ku "periscope.tv" û @periscopeco ya hesabê twîtterê bên qedexekirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşan kir ku ji bo pêkanîna qedexe biryar ji Yekîneya Xizmeta Gihandinê ra şandin û wiha hat gotin:
"Biryara qedexekirina malper û hesaban bi destê sazî û dadgehên eleqedar tê dayîn. Pêkanînî mijar, çarçove, saziyên ku biryarê didin di mewzûatê da tên nivîsandin. Di vê çarçoveyê da piştî ku dadgehê biryar da û rê li ber birî Twîtterê li Tirkiyeyê navê bernameyê wek "Scope" navnîşana malpera "periscope.tv" yê jî wek 'pscp.tv' yê guherand. Hesabê @periscopeco ya twîtterê jî êdî li Tirkiyeyê nayê teqîbkirin."AA