Îro salvegera komkujiya Helebçê ye. 29 sal beriya niha di 16’ê adara 1988ê de bi emrê dîktatorê wê demê Seddam Huseyîn bombeyên kîmyevî barandin ser helepçê. Şer dîsa şerê serdestan bû lê yên hatİn qetilkirin dîsa bındest bûn. Êrîş li ser navê herekata enfalê li bajaroka helepçê hate kirin û nêzî 5 hezar kurd mirin. Nêzî 10 hezar kurd jî birîndar bûn.