2 şer û 2 koçberiya mecbûrî 

Malbata mexdûr ji ber êrîşên Rûsyayê piştî Qirimê ji Hersonê jî koç kir.

Şerê Rûsya û Ukraynayê ev 27 roj in dewam dike. Rûsya êrîş dike, Ukrayna li ber xwe dide.

Di şerê welatên cînar de çekên giran tên bikaranîn, loma li cihên sivîlan zaiyat pir mezin ê.

Ji ber tûndiya herbê li Ukraynayê 3 milyon û niv welatî bûn koçber. Tatarên Qirimê jî trajediya herî xirab dikişînin.

Malbata Mustafayev di sala 2014an de ji ber dagirkerî û zilma Rûsyayê mala xwe terikand.

Lê Rûsan piştî 8 salan li Ukraynayê jî rihetî neda wan.

Jiyana malbata Mustafayev piştî herbê cardin serobino bû.

Iskender û Elzara Mustafayev bi 3 zarokên xwe re 26 rojan di bin bombebaranê de man.

Malbat herî zêde li ber zarokên xwe dikeve.

Malbata Misilman li Polonyayê li termînala trênê a Przemyslê dimîne û ji xwe re li welatekî aram digerin.     

Malbat niha li Polonyayê ye û heta aştiyekê wê li welatekî Ewropayê bi cih bibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.