40 sal e muzîka kurdî arşîv dike

Berekat Ozmenê Diyarbekirî ev 40 sal e ku stran û kilamên kurdî berhev dike. Di kolêksiyona mûzîka wî de bi sedan berhemên hunermendan hene.

Berekat Ozmenê 77 salî endazyarê teqawid e û evînê klamên kurdî ye. Bavê 7 zarokan teqrîben 40 sal e berhemên muzîka Kurdî arşiv dike.

Berekat Özmen behsa xebat û serboriyên xwe kir. Hin caran bi salan ketiye pey qasetekê, hin caran jî ji bo wan deng û dengbêjan çûye Iraq û Sûriyê.

Ozmen di arşîva xwe de bi sedan hunermend, bi hezaran sitran berhev kirine.

Berekat Ozmen plaq û bandan neqlê dijîtalê dike û wan awazên ku heta niha tu kesî nebihîstiye li ser medyaya civakî parve dike.

Ozmen dibêje hêj jî dema ez dengekî weş ê ku di arşîva min de tunebe dibihîzim, ez hewl didim wî jî daxilê arşîva xwe bikim.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.