"110 milyar lire pereyê bacê li gor teqsîdê hat parvekirin"

Wezîr Lutfî Elvan "110 milyar lire pereyê bacê li gor teqsîdê hat parvekirin"

"110 milyar lire pereyê bacê li gor teqsîdê hat parvekirin"

Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Lutfî Elvan diyar kir, di çarçoveya teqsîdkirina bacan da 7 milyon û 679 hezar kesan serî li daîreyên bacê dan û wiha got, "Di vê çarçoveyê da 110 milyar lire pereyê bacê li gor teqsîdê hat parvekirin."

Elvan li ser hesabê xwe parvekirin kir û encamên serlêdanên ku seba li gor teqsîdê pereyê bacê bên parvekirin, eşkere kir.

Elvan diyar kir, di çarçoveya teqsîdkirina deynê bacê da 7 milyon û 679 hezar kesan serî li daîreyên bacê dan û wiha dewam kir: "Di vê çarçoveyê da 110 milyar lire pereyê bacê li gor teqsîdê hat parvekirin. Piştî teqsîdkirina perê bacê heta niha 4,1 milyar lire hat tehsîlkirin. Serlêdana teqsîdkirinê di mijdara 2020î da dest pê kir û di 1ê sibata 2021ê da kuta bû. Welatiyên ku eleqeyeke mezin nîşan dan û di vê maweyê da kesên ku keda wan çêbû, spasiya wan dikim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE