Li Wanê 12. Fuara Çandinî, Heywandarî û Xurekan a Rojhilatê Anadolê dest pê kir. Fuarên wisa ji bo cotkarên heremê girîng in. Cotkar di van fuaran de makîneyên nû yên çandiniyê dibînin û li gorî hewcedarıyên xwe peyda dikin.
"Fuara Çandinî, Heywandarî û Xwarinê ya Rojhilatê Anadolê" cara 12emîn li Wanê hat vekirin.
Fuar, li Navenda Kongreyê ya Wan Expoyê bi beşdariya 80 fîrma û 190 markayan hat lidarxistin.
Cîgirşaredarê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez, nûnerên sazî û rêxistinan û gelek welatî beşdarî fuarê bûn.
Li navenda fuarê traktorên teknolojîk, alav û amûrên çandiniyê, tov, şitil û makîneyên çandiniyê cih girtin.
Di fuarê de Midûriya Daristanan 10 hezar şitil jî belav kirın.
Her wiha di fuarê de gelek xwarinên herêmî jî hatin nîşandin.