"1,5 milyon avahî wê di nav 5 salan da bên nûkirin"

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum destnîşan kir ku 1,5 milyon avahî wê di nav 5 salan da bên nûkirin.

"1,5 milyon avahî wê di nav 5 salan da bên nûkirin"

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum destnîşan kir ku ji 6,7 milyon avahiyên ku divê acîl bên çêkirin 1,5 milyon avahî wê di nav 5 salan da bên nûkirin.

Kurum li Stenbolê di daxuyaniya çapemeniyê da Plana Xebatê ya Nûkirina Bajêr bi raya giştî ra parve kir ku di xebatên nûkirina bajêr da nexşerêya nû ye.

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Kurum destnîşan kir ji sala 2012an heta îro li 53 bajaran li 281 ciyan xebatên nûkirina bajêr dane destpêkirin û wiha got: "Nûkirina milyonek û 166 avahiyên musteqil dest pê kiriye. Hin ji wan temam bûne û hatine teslîmkirin û hin ji wan jî tên çêkirin."

Kurum der barê nûkirina bajêr da diyar kir ji bona alîkariya kirê û barkirinê û xebatên din ji şaredarî û welatiyan ra 11 milyar lire çavkanî hatiye peydakirin.

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Kurum der barê rewşa Taxa Orhantepeyê ya li Kartalê da got ku înşellah çêkirina înşeatan wê di meha Kanûnê da temam bibin û em ê malên nû teslimî welatiyên xwe bikin.

Murat Kurum destnîşan kir Plana Xebatê ya Nûkirina Bajêr ya ji 8 bendan pêk tê amade kirine û got ku em ê bi vî awayî destûra bingehîn ya nûkirina bajaran çêkin.

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Kurum destnîşan kir 25 hezar jê li Stenbolê li tevahiya Tirkiyeyê pêvajoya nûkirinê ya 65 hezar avahiyan dane destpêkirin.

Kurum destnîşan kir ji 6,7 milyon avahiyên ku divê acîl bên çêkirin 1,5 milyon avahî wê di nav 5 salan da bên nûkirin.

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Kurum diyar kir li 81 bajarî projeyên wan yên baxçeyên gel hene û got ku em ê li 81 bajarî meydanên dîrokî û meydanên din ji bona ji nifşên din ra bimînin nû bikin.

Murat Kurum got ku bi tu awayî em nahêlin û em ê nehêlin ku avahiyên qaçax bên çêkirin.

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Kurum destnîşan kir li 81 bajarî wê beş bi beş avahiyên li gor rêzikan nînin xera bikin û got ku li Stenbolê him şaredarî û him jî walîtî pêvajoyeke girîng dimeşînin.

AA

Dîroka nûkirinê: 12 îlon 2019, 16:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE