200 hezar karkerî elaqedar dike

Hevdîtinên duyemîn ên ji bo peymana kar a komî dê îro bên kirin....

200 hezar karkerî elaqedar dike

Pêvajoya ku 200 hezar karkerên di saziyên dewletê de eleqedar dike, didome. hevdîtinên duyemîn ên peymana kar a komî dê îro bên kirin. rêvebirên sendîkayan dê bi wezîra malbat, xebat û xizmetên ciwakî re bên bal hev.

Wezîra Malbat, Xebat û Xîzmetên Ciwakî Zehra Zümrüt Selçuk dê şandeya Türk-İşê ya ku serokatiya wê Serokê giştî yê Türk-İşê Ergün Atalay e, di seat yekê de li wezaretê biezimîne.

Selçuk dê derbarê Peymana Kar a Komî ya 2019an de pêşnîyazên xwe eşkere bike.

Beriya vê jî şandeyên Türk-İş û Hak-İşê daxwazên xwe pêşkêş kiribûn.

Türk-İş dixwaze ji bo karkerekî mehaniya brut bê derxistin 3 hezar û 500 lîreyî, ji bo xebatkarên dewletê brut 300 lîre zem bibe, ji bo 6 mehên ewil ji sedî 15, ji bo mehên din jî enflasyon zêde 3 pûan para refahê bê dayîn.

Di pêşniyaza Hak-İşê de hat xwestin ku di bin bruta 4 hezar û 250 lîreyî de mehanî nemînin.

Dîroka nûkirinê: 10 Tîrmeh 2019, 17:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE