3 bankeyên kamuyê faîza krediya wesaîtan kêm kir

Bankeya Ziraetê, Halkbank û Vakifbankê ji bona wesaîtên xisûsî û ticarî ku li Tirkiyeyê tên çêkirin faîza krediyê mehane daxistin navbera ji sedî 0,49-0,69an.

Li gor daxuyaniya Bankeya Ziraetê, Halkbank û Vakifbankê hersê bankeyên kamuyê ji bona piştgiriyê bidin hilberîna xwemalî bi marqeyên wesaîtan yên li Tirkiyeyê ra hevkariyê dikin.

Hersê bankeyên kamuyê ji ber peymanên bi marqeyên wesaîtan ra faîzên krediyên wesaîtan kêm kirin û ji bona wesaîtên xisûsî û ticarî ku li Tirkiyeyê tên çêkirin faîza krediyê mehane daxistin navbera ji sedî 0,49-0,69an.

Bankeyên kamuyê ji bona wesaîtên xisûsî bi Fîat, Honda, Hyundaî, Renault Maîsê ra û ji bona wesaîtên ticarî jî bi Fîat, Ford, Isuzu, Karsan û Temsayê ra li hev kirin.

Ev kampanya di navbera 1ê Cotmehê û 31ê Kanûnê da dewam dike.

AA

Dîroka nûkirinê: 26 îlon 2019, 16:08
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE