Aborî ji sedî 0,9 mezin bû

Aboriya Tirkiyeyê ji sedî 0,9 mezin bû.

Aborî ji sedî 0,9 mezin bû

Aboriya Tirkiyeyê di çaryeka sêyemîn a salê da ji sedî 0,9 mezin bû.

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) encamên dahata navxweyî ya nesafî ya çaryeka sêyemîn a salê (tîrmeh-îlon) eşkere kir.

Li gor vê dahata navxweyî ya nesafî di çaryeka sêyemîn a salê da bi texmînî li gor heman çaryeka par ji sedî 0,9 zêde bû.

Dahata navxweyî ya nesafî li gor rêbazên hilberînê û bi bihayê carî, di çaryeka sêyemîn a îsal da bi texmînî li gor heman çaryeka par ji sedî 11,5 zêde bû û bû trilyonek û 145 milyar û 99 milyon lire.

Li gor heman hersê mehên par, îsal qîmeta lêzêdekirî ya sektora çandiniyê ji sedî 3,8, sektora sanayiyê ji sedî 1,6 zêde bû, sektora înşaatê ji sedî 7,8 kêm bû. Qimeta lêzêdekirî ya sektorên xizmetan ku ji bazirganî, gîhandin, sitarbûn û xwarinê pêk tên jî ji sedî 0,6 zêde bû.

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Kanûn 2019, 10:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE