Aboriya herêmê bi pêş dikeve

Derfirotina Tirkiyeyê ya ji deriyê Xaburê ji sedî 18 zêde bû

Aboriya herêmê bi pêş dikeve

Tirkiye di warê aboriyê de bi pêş dekeve. Îsal di 9 mehên ewil de derfirotina ku di deriyê sînor ê xaburê de bi rojhilata navîn re tê kirin ji sedî 18 zêde bû.

Tirkiye ji bo têkiliyên wê yên aboriyê yên bi welatên biyanî re xurt bibe hewl dide.

Xîretan encam da û di serî de Iraq bi welatên Rojhilata navîn re, îsal di 9 mehên ewil de derfirotin ji sedî 18 zêde bû.

Piştî Operasyona Kaniya aştiyê herêm him ji DEAŞ’ê him jî ji PKK’ê hat paqijkirin û vê jî tesîr li ser danûstandina herêmê kir.

Edî karsaz dikarin bi rehetî û di nav hizûrê de berhemên xwe bişînin Iraq û herêmên din.

Tirkiyeyê îsal bi Rojhilata Navîn re, bi qasî milyarek û 679 milyon dolarî derfirotin kir.

Vê yekê tesîr li ser çûn û hatina wesayîdên bar jî kir. Li ber deriyê sînor ê Xaburê dorên dirêj ên kamyonan çêdibin.

Li gorî par îsal çûn û hatina wesayîdan jî ji sedî 6 zêde bû û ji 755 hezaran derket 803 hezaran.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE