Aboriya Tirkiyeyêji sedî 2,6 mezin bû

Aboriya Tirkiyeyê di sala 2018an da ji sedî 2,6 mezin bû.

Aboriya Tirkiyeyêji sedî 2,6 mezin bû

Aboriya Tirkiyeyê di sala 2018an da ji sedî 2,6 mezin bû.

Saziya Îstatîstikan ya Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstikên encamên hasileya nava welat a ne safî ya bi rêbaza hîlberîna der barê par da eşkere kir.

Li gorî vê aboriya Tirkiyeyê di sala 2018an da ji sedî 2,6 mezin bû, di çaryeka duyemîn a par da jî ji sedî 3 biçûk bû. 

Li gorî rêbaza hîlberînê hasileya nava welat a ne safî di sala 2018an da li gor salek berê ji sedî 19,1 zêde bû û bû 3 trilyon û 700 milyar û 989 milyon lire.

Hesabê miemeleyên carî di çileya paşîn da 813 milyon dolar kêmdan da. Kêmdana carî ya 12 mehan jî bû 21 milyar û 592 milyon dolar.

Nîvendiya pêşbîniya der barê mezinbûna dawiya 2018an ya aborînasên ku beşdarî Anketa Pêşbîniya Mezinbûnê ya AA Fînansê bûbûn jî wekî ji sedî 2,5 bû.

Mezinbûna aboriya Tirkiyeyê ji sala 2010an vir va li gorî sal û çaryekan wiha ye:

Sal Çaryeka Yekemîn Çaryeka Duyemîn Çaryeka Sêyemîn Çaryeka Çaremîn Salane
2010 7,0 8,1 8,7 9,7 8,5
2011 11,7 11,5 11,6 9,9 11,1
2012 6,8 5,0 3,6 4,2 4,8
2013 8,5 9,8 8,9 6,9 8,5
2014 8,7 2,9 3,7 5,9 5,2
2015 3,6 7,2 5,8 7,5 6,1
2016 4,8 4,9 -0,8 4,2 3,2
2017 5,3 5,3 11,5 7,3 7,4
 
2018 7,4 5,3 1,8 -3 2,6

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Adar 2019, 17:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE