Aboriya Turkiyeyê di çaryeka duyemîn a salê da ji sedî 5,2 mezin bû.
Saziya Îstatîstîkê ya Turkiyeyê (TUÎK) encamên hasileya nava welat a ne safî ya çaryeka duyemîn a sala îsal (nîsan-hezîran) ragihandin.
Li gorî vê, hasileya nava welat a ne safî di çaryeka duyemîn a sala îsal da li gorî heman serdema sala çûyî da ji sedî 5,2 zêde bû.
Navîniya pêşbîniya der heqê mezinbûna di çaryeka duyemîn a salê da ya aborînasên ku beşdarî Anketa Pêşbîniya Mezinbûnê ya AA Fînansê bûbûn, wekî ji sedî 5,2 derketibû.
Mezinbûna aboriya Tukiyeyê ji sala 2010an vir va li gorî sal û çaryekan wiha ye:
Sal | Çaryeka Yekemîn | Çaryeka Duyemîn | Çaryeka Sêyemîn | Çaryeka Çaremîn | Salane | |
2010 | 7,0 | 8,1 | 8,7 | 9,7 | 8,5 | |
2011 | 11,7 | 11,5 | 11,6 | 9,9 | 11,1 | |
2012 | 6,8 | 5,0 | 3,6 | 4,2 | 4,8 | |
2013 | 8,5 | 9,8 | 8,9 | 6,9 | 8,5 | |
2014 | 8,7 | 2,9 | 3,7 | 5,9 | 5,2 | |
2015 | 3,6 | 7,2 | 5,8 | 7,5 | 6,1 | |
2016 | 4,8 | 4,9 | -0,8 | 4,2 | 3,2 | |
2017 | 5,3 | 5,3 | 11,5 | 7,3 | 7,4 | |
2018 | 7,3 | 5,2 |