Aboriya Tirkiyeyê di çaryeka ewil a salê da ji sedî 7,3 mezin bû.
Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê (TUIK) encamên Hasilaya Navxweyî ya Xeyrî Safî ya (GSYH) çaryeka ewil a salê (çileya paşîn-adar) eşkere kir.
Li gor encamê, endeksa hecma zincirkirî di çaryeka ewil a salê da li gor heman heyama par ji sedî 7,3 mezin bû.
Texmîna Hasilaya Navxweyî ya Xeyrî Safî ya çaryeka ewil a salê li gor rêbaza hilberînê li gor heman heyamê ya par ji sedî 79,5 mezin bû û bû 2 trilyon û 496 milyar û 328 milyon lire. Bi bihayên carî va wek dolarê Amerîkayê jî bû 179 milyar û 800 milyon.
Dema faaliyetên GSYHyê pêk tînin bê lêkolînkirin tê dîtin ku di çaryeka ewil a salê da ji sedî 24,2yan va karên fînans û sîgorteyê, ji sedî 16,8an va karên agahî û ragihandinê, ji sedî 14,9an va xizmet, ji sedî 8,9an va xebatên peywirê, îdarî û xizmetên piştgiriyê, ji sedî 7,4an va pîşesazî, ji sedî 6,8an va xebatên din ên xizmetê, ji sedî 5,4an va rêvebiriya kamuyê, ji sedî 5,2yan va xizmetên civakî û tenduristiya gel û ji sedî 0,9an va çandinî zêde bû. Xebatên înşaetê jî ji sedî 7,2 kêm bû.