Albayrak: cara ewil wê zêdehiya carî pêk were

"di meha hezîranê de, di heyama ak partiyê ya 17 salan de cara ewil wê zêdehiya carî pêk were. Hin kes dibêjin di heyamên krîzan de verastbûn jî baş dibe. "

Albayrak: cara ewil wê zêdehiya carî pêk were

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak di 7emîn lijneya giştî ya yekîtiya saziyên dewletê de got, piştî verastbûnê heyameke xurt dest pê kir. Ak parti 17 sal in li ser e. Yekem car di meha hezîranê de wê zêdehiya carî pêk were.

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak: di meha hezîranê de, di heyama ak partiyê ya 17 salan de cara ewil wê zêdehiya carî pêk were. Hin kes dibêjin di heyamên krîzan de verastbûn jî baş dibe. Ji ber vê yekê kêmasiya carî baştir dibe. Ez jî ji wan re dibêjim, di krîza kûrewî ya 2009an de kêmasiya carî çêbûbû; çima wê demê verastbûneke baş pêk nehat? Îxracat ji 132 milyar dolarî daketibû 102 milyar dolarî û ji sedî 30 kêm bûbû. Hevsengiya carî 11 milyar dolar kêm bûbû. Ez behsa heyameke wisa dikim.Dema em li verastbûna vê heyamê dinêrin; ne bi tenê di verastbûna kurê de, di warên baca gumrikê ya bazirganiya derwelêt, di polîtikayên lihevhatina bacan de îxracat mezin dibe, îthalat jî kêm dibe. Dema em piştgiriya turîzmê jî bihesibînin, bi zelalî xuya dike ku heyameke xurt a zêdehiya carî dest pê kiriye.”

Dîroka nûkirinê: 05 Tîrmeh 2019, 17:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE