Albayrak : me di 2 mehan de têkbir

Albayrak: Me di erîşên aboriyê de gelekî baş li ber xwe da

Albayrak : me di 2 mehan de têkbir

Wezîrê Xezîne û Dariyiyê Berat Albayrak got, “me di erîşên aboriyê de gelekî baş li berxwe da.” Albayrak li odeya pîşesazî û bazirganiya bûrsayê wiha axivî: “me ev operasyona mezin di 2 mehan de têk bir.”

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak: ”Ev dişibe krîza 2008an. Lê di wê krîzê de, di mijara faîz û enflasyonê de operasyoneke wisa mezin nehat kirin. Lê me di 2 mehan de, bi Pergala Nû ya Serokkomariyê gavên gelek mezin avêtin û refleks nîşan da. Me bi tevdîrên aboriyê û bi koordînasyoneke xurt hewl da. Bi van êrîşan tecrubeyên mezin bi me re çêbûn. Me yek bi yek tesîrên li ser aboriya xwe çareser kirin. Em di vê mijarê de li ser du tiştan sekinîn. Me ewil li dijî enflasyonê têkoşîn da. Bihadayînê ev yek mezintir kir û anî qonaxeke pirr girîng. Dema em li rapora Îlonê binêrin, em ê bibînin ku me enflasyona mezin di 2 mehan de beralî kir.”

Dîroka nûkirinê: 08 Mijdar 2018, 17:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE