"Alîkariya 1000 lîre ya ji bo malbatên dahatkêm emê bidin 4,4 milyon malbatî"

Wezîr Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak ragihand, "Ji bo 2,1 milyon malbatên dahatkêm 1000 lîre alîkariya neqdî hat kirin, dê bo 2,3 milyon malbatên din jî bê kirin û bi giştî dê bibe 4,4 milyon malbat."

"Alîkariya 1000 lîre ya ji bo malbatên dahatkêm emê bidin 4,4 milyon malbatî"

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak di Weşana Taybet a Ajansa Anadoluyê da rojevê dinirxîne û behsa gavên ku wê di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19)ê da tên avêtin dike.

Albayrak behsa pakêta "Mertalê Îstiqrarê ya Aboriyê" ya ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan daxuyandibû kir û wiha axivî: "Bi pakêt û lîkîdîteyeke 50-60 milyar lireyî ya 3 mehên li pêş me va piyasa wê rehet bibe."

Albayrak got gelek şaxên kar wê bikaribin ji dayîna pereyan a xebata demkin feydeyê bibînin.

Wezîr Albayrak got esnaf wê bankayên kamuyê di serî da wê bikaribin ji derfetên lîkîdîteyê sûd werbigirin û wiha dewam kir: "Ez wek hêvî ji bo niha di aboriya Tirkiyeyê da tu rîskekê nabînim."

Der barê qedexeya derketina derva da jî Wezîr Albayrak da wiha agahî da: "Niha di rojeva me da tişteke wiha tune."

Ji bo zêdebûna bihayê dowîzê jî Albayrak got ew ê li ser enflasyonê wê zêde tesîrê neke.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE