Alîkariyên ji bo cotkarên ciwan

Hayriye Dumanê bi vê projeyê tesîsa xwe ya kuvarkan mezintir kir.

Alîkariyên ji bo cotkarên ciwan

Mala Hayriye Dumanê li Malatyayê ye, 4 zarokên wê hene. Wê ji xwe re bi pereyekî hindik têsîsa kuvarkan vekir. Pişt re jî bi projeya “Cotkarên Ciwan” hîbe stand û karê xwe mezintir kir. Niha mehê 3 ton kuvark difroşe.

Bi paqijiya malan ji xwe re sermeya berhev kir.

Pişt re jî di bodruma mala xwe de dest bi danîna kariyan kir.

Li Malatyayê, Xêriye Dumana diya 4 zarokan pêşî tenê 5 kîlogram tovê kuvarkan kirrî û bes di kîsekî de danî.

Pişt re jî serî li projeya “Cotkarên Ciwan” da û jê re 25 hezar lîre hîbe derket.

Hayriye Duman got, ‘’Dema min serî li projeya “Cotkarên Ciwan” da, haya zilamê min jê tune bû. Wexta bihîst, hinekî hêrs bû, got “tu yê min rezîl bikî. Jixwe wê dernekeve.” Min jî got heke dernekeve jî ne xem e. Ji xwe kes nizane. Lê me dît ku derketiye.’’

Hayriye Duman dibêje “xeyala min ew e ku kuvarkên xwe bifroşim welatên din.”

Dîroka nûkirinê: 23 Çile 2020, 17:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE