Bankayên kamuyê paketên piştgiriyê eşkere kirin

Bankayên kamuyê VakifBank, Bankeya Ziraetê û Halkbankê di çaroveya tevdîrên li hemberî vîrusa koronayê ya nû da daxuyaniyek dan û ragihandin ji bo welatî û mişteriyên wan di vê pêvajoyê da astengiyê nekşînin wan hin biryar dane

Bankayên kamuyê paketên piştgiriyê eşkere kirin

Bankayên kamuyê VakifBank, Bankeya Ziraetê û Halkbankê di çaroveya tevdîrên li hemberî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da daxuyaniyek dan û ragihandin ji bo welatî û mişteriyên wan di vê pêvajoyê da astengiyê nekşînin wan hin biryar dane.

- Bankeya Ziraatê

Bankeya Ziraatê daxuyand şubeyên wan wê dîsa di navbera saet 09.00-17.00an da vekirî bimînin û xizmetê bidin gel.

Bankayê di daxuyaniyê da desnîşan kir ew ê deynê fîrma û mişteriyên xwe yên ku deynê wan ê teqsît, faîz û pereyan heye û divê heta 31ê adarê bidin, wê taloq bike.

Bankaya Zîraatê daxuyand şirketên ku mehaneyên xebatkarên xwe bi rêya Bankaya Zîraatê didin ji dawiya meha sibatê pê va heke hejmara xebatkarên xwe kêm nekin, bi vê şertê va dikarin qasî mehaneya xebatkaran a 3 mehan zêde limîtê ji bankayê werbigirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin Bankeya Ziraetê ji bo mişteriyên xwe yên ku nikarin deynê xwe bidin wê krediyên wan heta 6 mehan taloq bike, ji bo sektorên mîna turîzmê jî ku li gor serdeman pere qezenc dikin jî heta 12 mehan wê dem bide wan û li gor demê jî deynê wan ji nû va hesab bike.

- VakifBank

VakifBank di pêvajoya şewba vîrusê da ji bo ku pêşî li ber zirara mişteriyên xwe bigre pakêteke piştgiriyê ya ku ji 9 xalan pêk tê, eşkere kir.

Rayedarên VakifBankê daxuyandin krediyên şirketan ên heyî yên heyama bêdayînê wê ji nû va bên hesabkirin. Sektorên turîzmê, çûyîn û hatina komî ya di nav bajêr da jî tê da ji sektoran ra heta 12 mehan krediyên heyamên bêdayîn wê bên hesabkirin.

Bankeyê daxuyand şubeyên wan wê dîsa di navbera saet 09.00-17.00an da vekirî bimîne û xizmetê bide gel.

- Halkbank

Halkbankê jî tevdîrên xwe yên îstiqrarê yên li hemberî şewba vîrusa koronayê da hildan, eşkere kir.

Halkbankê daxuyand şirket û şexsên ku texsît, faîz û pereyên xwe yên dema wê heta 31ê Adarê bû nedane wê bikaribin van deynên xwe yên vê heyamê taloq bikin.

Hat gotin deyn û faîzên esnaf û pîşekaran ên ku kredî bi kar anîne û wexta dayîna wan di meha nîsan, gulan û hezîranê da ye, ji wexta dayînê pê va 3 mehan wê bêfaîz bên taloqkirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin mişterî wê bikaribin heta 6 mehan bêdayînê va krediyên xwe bi wadeyên baş va bidin hesabkirin. Ev heyam ji bo kar û barên demsalî yên wek turîzmê wê heta 12 mehan bê dirêjkirin."

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Adar 2020, 16:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE