Bankeya Navendî rêjeya faîzê eşkere kir

Bankeya Navendî rêjeya faîzê ji sedî 10,25an derxist ji sedî 15an

Bankeya Navendî rêjeya faîzê eşkere kir

Bankeya Navendî rêjeya faîza îhaleya repoyê ya biwehde ya heftane (faîza polîtîkayê) 475 puan zêde kir û ji sedî 10,25an derxist ji sedî 15an.

 "Biryar hat dayîn ku hemû fonkirin li gor rêjeya faîza repoyê ya ku hefteyekê weda wê heye û navgîna wê polîtîkaya bingehîn e, werin kirin.

"Li gor nirxandinan heger rewşa enflasyona kêm bi awayekî mayînde bê tesîskirin wê bandoreke erênî li ser îstiqrara fînansê û îstiqrara makroekonomîk bike."

 "Lijne ji bo berterefkirina rîskên nêrîna enflasyonê, kontrolkirina hêviyên enflasyonê û di demeke kin da tesîsîkirina pêvajoya dezenflasyonê biryar da ku eşkere û hêzdar pereyan bigivêşên."

 "Bankeya Navendî dê rêgezên şefafî, dîtina pêşiya xwe û hesabdayînê yên rejima armancgirtina enflasyonê bisepîne û wisa bigihîje armanca xwe ya sereke ya pêkanîn û domandina îstiqrara bihayê."

 "Daneyên ji bo meha mijdarê dema hatin şopandin nîşan didin ku nêzîkî heyama enflasyonê kurên dowîzê zêde bûn, lê bi tevgera polîtîkaya pereyan va ev zêdebûn berwext tê nirxandin."

"Ji ber zêdebûna jimara pêketiyan biryara tengavkirinên qismî hat dayîn. Ji ber van tengavkirinan sektora xizmetê di serî da di rewşa fealiyetên îqtisadî da ji bo demeke kin nediyarî wê rû bidin."

 "Zeftkirina rawestandina pereyî di heyama pêş me da heta ku enflasyon dabikeve wê bi biryardarî dewam bike."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE