Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak: "TURKŞEKERê berdêlên îstihqaqê yên avans û kuspeyê ku divê bide 40 hezar cotkarî wê zûtir bide."
Di daxuyaniya Wezareta Xezîne û Darayiyê da nirxandinên Berat Albayrak yên der barê cotkarên silqan da cî girtin.
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Albayrak destnîşan kir ku TURKŞEKERê berdêlên avansa ku divê dawiya meha Hezîranê bide 40 hezar cotkarî wê zûtir bide.
Albayrak diyar kir bi tevahî 250 milyon lireyê berdêlên îstihqaqê yê kuspeyê ku divê beriya Eyda Remezan û Qurbanê bên dayîn wê di 3yê Nîsanê da zûtir razînin hesabên cotkaran.AA