Berfa adarê bihayê êm û alif zêde kir

Êm û gihayê heywanan qediya ji ber berfê nikarin herin çolê jî.

Berfa adarê bihayê êm û alif zêde kir

Li gelek deverên welêt îsal berf û bager bandora xwe didomîne. Li Mûşê ji ber barîna berfê bihayê êm û alifê heywanan zêde bû. Heywandar niha ji xwe re li çareyekê digerin.

Hindik ma meha adarê biqede. Lê li li gelek herêman serma û berf hêj neqediyaye.

Li Mûşê ji ber berfê bihayê alif di hefteyekê de du qat zêde bû. Lewra ev hefteyek e her der di bin berfê de ye û giha tune.

Bi tene li Mûşê milyonek û 300 hezar pez û 350 hezar dewar hene.

Ji ber bihabûna alif û barîna berfê niha hem heywan hem jî heywandar di tengasiyê de ne.

Lewra heywandar li hêviya biharê bûn lê bihar nehat. ji ber vê jî heywanên wan bê êm man.

Îsal bi tenê ne li Rojhilat, li her derê berf û serma heye ev jî dibe sedema pirsgirêkan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE