Bernameya aboriyê ya nû

Biryarnameya Serokkomariyê ya bernameya aboriyê ya nû hat weşandin.

Bernameya aboriyê ya nû

Serok Recep Tayyîp Erdogan rênexşeya bernameya aboriyê ya nû eşkere kir. Hedefa bingehîn daxistina enflasyonê û îstikrara bihayan e. Hilberîner wê ji bo hilberîn, îstihdam û refaha welêt bên teşwîqkirin.

Çavkaniyên kamûyê wê baş bên bikaranîn.

Mesref wê bên kêmkirin.

Hedefa bingehîn hevsengî û domdariya di warê aboriyê de ye.

Îstikrara makroekonomîk û fînansî wê bê parastin.

Biryarnameya serokkomariyê ya derbarê rênexşeya bernameya aboriyê ya nû de li ser rojnameya fermî hat weşandin.

Di biryarnameyê de tevdîrên teserûfan balê dikşînin.

Ger ji bo ewlehiyê hewce nebe lpjman, kamp, kreş, mêvanxane û tesîsên civakî wê neyên vekirin.

Ji bilî veberhêanên lezgîn û mecbûrî wê tu proje neyên çêkirin.

Îhtimala pêkhatina kîjan projeyê ji sedî 75an zêdetir be ew proje wê bê çêkirin.

Projeyên ku îhaleya wan nehatiye kirin an ku hatiye kirin lê projeyê dest pê nekiriye, ev proje wê bên sekinandin.

Çêkirina rêhesinan wê bidome, girîngî wê bê dayîn hilberîna xwemalî.

Projeyên avahiyan yên bê erazî, projeyên kêrnehatî, veberhênanên tenduristiyê yên mukerrer wê neyên pêşniyazkirin.

Saziyên dewletê wê avahiyên nû nexwazin.

Girîngî wê bê dayîn projeyên pêşxistina herêmên rojhilat û başûrrojhilat.

Ewilî wê projeyên perwerde, tendurist, ava vexwarinê, zanist û teknolojî, enejrî û avdaniyê bên sepandin.

Di veberhênanan de bihayê dolar wê wek 5 lîre û 60 quriş bê diyarkirin.

Dîroka nûkirinê: 11 Cotmeh 2018, 17:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE