Bernameya Aboriyê ya Nû hat eşkerekirin

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak: "Me mijarên sereke yên Bernameya Aboriyê ya Nû ya îsal wek 'Hevsenga Nû', 'Asayîbûna Nû' û 'Aboriya Nû' destnîşan kir."

Bernameya Aboriyê ya Nû hat eşkerekirin

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak: "Me mijarên sereke yên Bernameya Aboriyê ya Nû ya îsal wek 'Hevsenga Nû', 'Asayîbûna Nû' û 'Aboriya Nû' destnîşan kir."

Albayrak li avahiya xizmetê ya li Ataşehirê ya Lijneya Çavdêriya Bacê di civîna nasandina Bernameya Aboriyê ya nû da axivî.

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Albayrak di axaftina xwe da diyar kir ji bona xebata kurt 18,7 milyar lire, ji bona alîkariya neqdî 4,4 milyar lire û ji bona bêkariyê 3,6 milyar lire terxan kirine û wiha axivî: "Mezinahiya tevahiya pakêtên alîkariyê ku me di şewbê da eşkere kir 494 milyar lire ye, ev jî gihîşt ji sedî 10ê dahata neteweyî."

Albayrak diyar kir mijarên sereke yên Bernameya Aboriyê ya Nû ya îsal wek 'Hevsenga Nû', 'Asayîbûna Nû' û 'Aboriya Nû' destnîşan kirine.

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Albayrak got ku li gor texmîna me di temamiya salê da pêşketin wê pozîtîf be û rêjeya wê jî dê ji sedî 0,3 be.

Albayrak diyar kir li gor hêviyên wan rêjeya bêkariyê dê bi qedeme kêm bibe û di sala 2023yan da di asta ji sedî 10,9an da pêk were û wihat got: "Li gor pêşbîniyên me di dema bernameyê da rêjeya ferqa budçeyê ji bona GSYHyê bi qedeme kêm bibe û di dawiya heyamê da ji sedî 3,5 be."

Wek hat destnîşankirin di Bernameya Aboriyê ya Nû da hedefên mezinbûnê ji bona 2021an ji sedî 5,8 û ji bona 2022yan û 2023yan jî ji sedî 5 e û wiha hat gotin: "Di Bernameya Aboriyê ya Nû da hedefên enflasyonê bo 2020î ji sedî 10,5, bo 2021an ji sedî 8, bo 2022yan ji sedî 6 û ji bo 2023yan ji sedî 4,9 e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE