Li Îdirê, Odeya Bazirganî û Sanayiyê ji bo jinan bi navê ‘Nexşerêya Miteşebisiyê, koperatîfkarî û Avakirina Kargehan’ bernameyek li dar xist. 30 jin tevlî bernameyê bûn. Bi bernameyê tê xwestin jin bibin xwediyê meslekekî û ji bo xwe bixebitin.
Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Îdirê ji bo jinan xebatên taybet dike.
Herî dawî bi navê “Nexşerêya Miteşebisiyê, Koperatîfkarî û Avakirina Kargehan’ bernameyek li dar xist.
30 jin beşdarî bernameya 5 rojan bûn.
Di bernameyê de li ser miteşebîsî, koperatîf û avakirina kargehan agahiyên girîng hatin dayîn.
Jinên beşdarî bernameyê bûn, wê di rojên bê de êdî bi hêsanî bibin miteşebîs û bi xwe debara xwe bikin.