Bernameya nû ya aboriyê hat eşkerekirin

Albayrak: "Wexta me bernameya xwe ya nû ya aboriyê nivîsand armanc ew e em çîrokeke nû ya serketinê binivîsin. Me navê Bernameya Aboriyê ya Nû dayê."

Bernameya nû ya aboriyê hat eşkerekirin

Berat Albayrak: "Wexta me bernameya xwe ya nû ya aboriyê nivîsand armanc ew e em çîrokeke nû ya serketinê binivîsin. Me navê Bernameya Aboriyê ya Nû dayê."

"Me Bernameya Aboriyê ya Nû li ser 3 bingehên sereke ava kir: Hevsengî, disîplin û guherîn."

"Em ê di warê bacê da guherînan bikin. Em ê peyderpey îstisna, muafiyet û kêmkirinên ku çalak nînin rakin."

 "Armancên bernameyê wê bi rastiyên welêt ra li hev bikin û bi rayeya çalak ya rêvebiriya aboriyê di nav 3 salên pêş da wê pêk werin."

 "Ji bo tesbîtkirina bingehê darayî yê rojane û kalîteya aktîf ên bankeyan, em bilez xebatên nirxandina bunyeya darayî didin destpêkirin."

Albayrak der barê xebatên ji bo nirxandina rewşa malî da wiha got: "Li gor encamên xebatan heger hewce bike wê rewşa malî ya sektora bankeyan bê xurtkirin û jinûvehesabkirina krediyên heyî bê peydakirin û li gor mînakên dinyayê û tecrubeyên berê yên welêt wê polîtîkayên nû bikevin dewrê."

Dîroka nûkirinê: 20 îlon 2018, 17:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE