Bernameya Têkoşîna Dijî Enflasyonê hat eşkerekirin

Wezîr Albayrak: "Hemleyên spekulatîf ji meha tebax û îlonê pê va hatin têkbirin."

Bernameya Têkoşîna Dijî Enflasyonê hat eşkerekirin

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak li Navenda Kongreyê ya Stenbolê di civînê da Bernameya Têkoşîna Dijî Enflasyonê eşkere kir. 

"Hemleyên spekulatîf hatin berterefkirin"

Albayrak diyar kir ku bi bernameya ku wê eşkere bikin va pêbaweriya veberdêr wê gelekî zêde bikin û wiha dewam kir, "Em li ser bernameyeke wisa xebitîn ku wê mesrefa kirînê kêm bike, di zêdebûn û kêmbûna bihayan da fîrmayên me nexe zirarê û bêkariyê zêde neke."

Albayrak li ser geşedanên aboriyê sekinî û wiha dewam kir: "Hemleyên spekulatîf ji meha tebax û îlonê pê va hatin têkbirin."

Albayrak got, "Îro her hewildaneke ku ji bo karê hatibe dayîn, wê di demeke nêz da bibe sedema zirarên mezintir"

"Herî kêm ji sedî 10 erzanî wê were kirin"

Albayrak destnîşan kir ku fîrmayê jî piştgiriyê bidin têkoşîna enflasyonê û wiha dewam kir: "Hemû fîrmayên ku wê tevî vê têkoşînê bibin, gotin ku wê bi logoya wê were kifşkirin va herî kêm ji sedî 10 erzaniyê bikin" û got ku "Heta dawiya salê zem wê neyê ser ceyran û xaza siruştî."

Piştgiriya ji bo dezgehan

Albayrak ragihand ku di çarçoveya xebatan da piştgiriya dezgehan jî wê were kirin û wiha dewam kir, "Ji bo ku karker ji kar neyên derxistin em ê piştgiriyê bidin dezgehên xwe." 

Albayrak li ser krediyên bankeyan jî sekinî û wiha got, "Bankeyên me gotin ku ew ê ji bo yên ku ji 1ê tebaxê pê va wê bi faîza zêde kredî kişandin, wê ji wan ra ji sedî 10 erzanî bikin." 

Albayrak li ser stoqkaran jî wiha got, "Em ê bi kêmfirsend û stoqkaran ra têkoşîna xwe bidomînin."

AA

Dîroka nûkirinê: 10 Cotmeh 2018, 15:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE