Bi bihayê milyarek dolarî firotina bor rekor hat bidestxistin

Bi bihayê milyarek dolarî firotina bor rekor hat bidestxistin

Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Fatîh Donmez daxuyand îsal di hilberîna borê da, îxracat û firotinê da rekor hat bidestxistin û wiha axivî: "Jê 2,5 milyon ton îxracat tevahî 2,6 milyon ton berhemên borê hatin firotin. Ji firotina wan jî ji milyarek dolarî zêdetir pere hat bidestxistin ku ev rekor e."

Donmez li Midûriya Giştî ya Madenê di Komxebata Borê da axivî û got di dawiya 2022yan da tesîseke karbur borê wê temam bibe û ceribandinên ewil wê bên kirin.

Wezîr Donmez anî ziman xebateke li ser ferro brê jî tê kirin û wiha dewam kir: "Ji bo tesîseke hîlberînê ya ferro borê ya 800 ton kapasîteya wê heye li Balikesîrê bê avakirin em ê peymanekê îmze bikin. Em ê hîmê wê jî di sala 2022yan da bavêjin. Li Eskîşehirê jî xebat dewam dikin û ji bo tesîsa pîlot a li wir jî di çaryeka ewil a 2022yan da xebat wê dest pê bikin."

- "Em xwediyê ji sedî 62yê piyaseya borê ne"

Donmez got di 2021ê da her çiqas şewb hebe jî hîlberîna borê kêm nebûye û wiha axivî: "Jê 2,5 milyon ton îxracat tevahî 2,6 milyon ton berhemên borê hatin firotin. Ji firotina wan jî ji milyarek dolarî zêdetir pere hat bidestxistin ku ev rekor e. Îro em di piyaseya borê da xwediyê ji sedî 62yê wê ne."

Donmez anî ziman TENMAK-BOREN ji sala 2004an vir va ji pêşvabirina ber û berhemên borê û teknolojiyên wê va dixebite ku 342 proje hatin temamkirin û wiha dewam kir: "Xebatên 36 projeyan jî hê dewam dike. Qismekî projeyan di patent û hîlberînê da pêşva çûn. 28 projeyan belgeya patentê hilda. Jê 20 proje jî ji bo patentê dixebitin. Di vê çarçoveyê da 16 ber û berhemên me jî ticarî bûne û tên çêkirin."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE