Li ser bangewazıya Serok Recep Tayyip Erdogan, Ofîsa Berên Çandiniyê TMO’yê berên ku di destê cotkaran de mane distîne. Li Xelata Bilîsê embarên kartolan vala dibin. Cotkar ji xizmeta ofîse gelek razî ne.
Bihar hat lê li Xelata Bilîsê hêj embar tijî kartol in.
Ji ber ku cotkarên herêmê nexwestin berên xwe erzan bidin, bi hezaran ton kartol di embaran de man.
Serok Recap Tayîp Erdogan çend roj berê, bangî Ofîsên Berên Çandiniyê TMOyê kiribû ku berên di destê cotkaran de bikire.
Deriyên embaran bi mehan e girtî bûn. Li ser xebera Ofîsê, xebata li embaran jî dest pê kir.
Li Xelatê bi dehan cotkarî serî li ofîsê dan.Tê texmînkirin, li seranserê nevçeyê, di embaran de nêzî 50 hezar ton kartol heye.